İçeriğe geçmek için "Enter"a basın

Weqfa Hrant Dînkî: Gefa mirinê li Rakel Dînk û parêzerên me hatiye xwarin

Weqfa Hrant Dînkî aşkere kiriye ku gefa mirinê li Rakel Dînkê û parêzeran wan hatiye xwarin. Weqfê derbarê bûyerê de giliyê gefxwaran kiriye. 

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne

Weqfa Hrant Dînkî bi daxuyaniyeke nivîskî aşkere kiriye ku bi rêya e-mailan gefa mirinê li wan hatiye xwarin. Weqif piştî Hrant Dînk, Berpirsê Giştî yê Weşana Rojnameya Agosê di 19ê Kanûna Paşiyê ya 2007ê de di encama sûîkastekê de hatibû kuştin ava bûbû.

Weqfê di malpera xwe de derbarê gefxwarinan de ev daxuyanî weşandiye:

“Em dixwazin raya giştî bizanibe k udi 27 û 28ê Gulana 2020an de bi rêya emaîlan gefa kuxtinê li Weqfa Hrant Dînkî hatiye xwarin.

“Me bi awayekî nivîskî rewş ji Emniyeta Şîşliyê û Walîtiya Stenbolê re ragihand. Di wê gefxwarinê de hatiye gotin ku ‘Em ê nîvê şevekê werin’. Ev gotin beriya Hrant Dînk di 19ê Kanûna Paşiyê ya 2007an bi agahiya saziyên fermî û li ber çavên herkesî bê kuştin jî hatibû gotin. Niha jî hin derdor weke hostatiyekê gelek caran vê dubare dikin. Weqfa Hrant Dînkî bi vegotina ‘çîrokên biratiyê’ tohmet dikin û dixwazin em welêt biçin, gefa mirinê li Rakel Dînk û parêzerên me dixwin.

“Weqfa Hrant Dînkî piştî sala 2007an de ji bo piştevaniya Tirkiyeyeke adil, azad û wekhev bike hatiye avakirin û ji wê rojê heta niha xebatên xwe di vî warî de berdewam dike. Em weke Weqfê bi rêzdarî radigihînin ku ji bo hemû cidahî li gel hev bijîn, azadiya xweîfadekirinê heta sînorê xwe yê dawiyê bê bikaranîn û welatekî bi vî rengî ava bikin em ê têkoşîna xwe ya li dijî cidaxwaziyê berdewam bikin.” (EMK/FD)

http://bianet.org/kurdi/mafen-mirovan/224958-weqfa-hrant-dinki-gefa-mirine-li-rakel-dink-u-parezeren-me-hatiye-xwarin

İlk yorum yapan siz olun

Bir Cevap Yazın