İçeriğe geçmek için "Enter"a basın

16 sal û 8 meh cezayê girtîgehê li bersûcê kuştina Sevag Balikçiyî hatiye birîn

Di doza kuştina Sevag Balikçiyî, leşkerê neçar, 16 sal û 8 meh cezayê girtîgehê li Kivanç Agaoglûyî, leşkerê neçar hatiye birîn. 

Stenbol – Navenda Nûçeyan a BIAyê13 Kanûna Paşiyê 2020, Duşem 15:48

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne

Di doza kuştina Sevag Balikçiyî, leşkerê neçar de îro biryar hatiye dayîn. Balikçi di 24ê Nîsana 2011ê de dema leşkeriya neçar dikir hatibû kuştin. Dadgehê bi tohmeta ku “ihtimal heye bi zanebûn kuştiye” 16 sal û 8 meh cezayê girtîgehê li bersûc Kivanç Agaoglûyî birîye.

Dadgehkirin îro li 1em Dadgeha cezayê Giran a Êlihê bi rê ve çûye. Parêzerên Balikçiyî, bersûc Agaoglû û parêzerên wî beşdarî dadgehkirinê bûne.

Piştî ku aliyan paraznameyên xwe pêşkêş kirine, heyeta dadgehê biryara xwe aşkere kiriye.

Heyetê diyar kiriye ku bi tohmeta “ihtemal heye bi zanebûn kuştiye” 16 sal û 8 meh cezayê girtîgehê li Kivanç Agaoglûyî biriye. Piştî biryara cezakirinê Agaoglû hat girtin û ew şandin girtîgehê.

Çi bûbû?

Sevag Balikçi, di 96em salvegera komkujiya Ermenan de, 24ê Nîsana 2011ê li navçeya Hezzo ya Êlihê bi guleya Kivanç Agaoglûyî, leşkerê neçar de hatibû kuştin. Balikçi beriya ku leşkeriya wî biqede bi 20 rojan hatibû kuştin.

Derbarê kuştina Balikçiyî de dozgeriya leşkerî di heman salê de îdianame amade kiribû.

Di îdianameyê de hatibû diyarkirin ku ti pirsgirêkên teknîkî di tifinga Agaoglûyî de nehatine dîtin û Balikçi bi zanebûn kuştiye. Ji ber wê jî hatibû xwestin ku bila Agaolû heta neh salan bi cezayê girtîgehê were cezakirin.

Piştî wê li 2yem Dadgeha Leşkerî ya Fermandariya Hêzên Hewayî ya Amedê doz hatibû vekirin. Dadgehkirinê du salan berdewam kiribû û di encamê de 26ê Adara 2013ê biryar hatibû dayîn ku 4 sal û 5 meh û 10 roj cezayê girtîgehê li Agaoglûyî were birîn.

Her weha ji ber ku “wezîfeya xwe ihmal kiriye” 5 meh cezayê girtîgehê li serbaz Sadrettîn Ersozî jî birî bû. Lê cezayê wî aşkere nekiribû.

Malbata Balikçiyî li dijî vê biryarê serî li Dadgeha Bilind a Leşkerî dabû. Dadgeha Bilind a Leşkerî biryara dadheha herêmî ji hêla usilê ve qebûl nekiribû ji bo ji nû ve dadgehkirin pêk were bi şûn de şandibû.

Di dema dadgehkirinê de piştî hewldana derbeyê ya 15ê Gulanê bi biryarnameya di hukmê qanûnan de dadgehên leşkerî hatin rakirin.

Dosyeya Balikçiyî ji bo Dadgeha herêmî ya Hezzoyê ya Êlihê hatibû şandin. (PT/FD)

Çavkanî: Agos


http://bianet.org/kurdi/mafen-mirovan/218522-16-sal-u-8-meh-cezaye-girtigehe-li-bergumane-kustina-sevag-balikciyi-hatiye-birin

İlk yorum yapan siz olun

Bir Cevap Yazın