İçeriğe geçmek için "Enter"a basın

Pêşangeha “Li Pey Şopa Zimanekî” wê li Karşı Sanatê pêk bê

Pêşangeha “Li Pey Şopa Zimanekî – Ji 1990î Heta Roja Me Di Qada Çandê de Têkoşîna Zimanê Dayikê” wê di navbera 23ê û 17ê Hezîrana 2019ê li Karşı Sanatê bê nîşandan. Pêşangeh armanc dike ku têkoşina zimanê dayikê ya li qada çandê ya li Tirkiyeyê nîşan bide.

Di pêşangehê de wê şahid, çalakvan û sazî, behsa çîrokên têkoşîna mafên çandî, berhemên çandî yên di sih salên dawiyê de ji bo zimanê dayikê hatine kirin bikin.

Li pêşangehê wê berhemên bi çerkezî, ermenkî, hemşînî, kurdî û lazî bên pêşkêşkirin.

Wê behsa xebatên zimanê dayikê bê kirin

Pêşangeh wê bi alîkariya Weqfa Friedrich Ebert Stiftung, Serkonsolosiya Swêdê ya li Stenbolê û Weqfa Civaka Vekirî û bi piştevaniya bianet û karşı Sanatê pêk bê.

Temaşevanên pêşangehehê wê bikaribin pêvajoya avakirina berhemên çandî yên bi zimanê dayikê bibînin ku saziyên weke Kalan Muzîk û bianet û hinên din ev berhem ava kirine.

Şahid û kedkar wê behsa avakirina berheman bikin

Di heman demê de wê 25ê Gulanê roja şemiyê saet di navbera 17.00ê û 19.00ê panelek li dar bikeve. Di panelê de ji Zanîngeha Bilgiyê ya Stenbolê Bulent Bilmez wê moderatoriyê bike û wê şahid û kedkarên pêvajoya avakirina berhemên çandî biaxivin.

Beşdarên vê panelê ev kes in:

Hikmet Akçiçek (Komeleya Lêkolîn û Jiyandina Çanda Hemşîniyan), İsmail Bucaklişi (Enstîtuya Lazan), Sevan Değirmenciyan (Weşanxaneya Arasê), Yaşar Güven (Rojnameya Jinepsê), Zana Farqînî (Komeleya Lêkolînên Kurdî).

15ê Hezîranê di navbera saet 14.00 û 16.00ê de jî wê panela bi navê “Nûneriya Komên Çandî li Navendên Nûçeyan” bi rê ve biçe.

Ji bianetê Nadire Mater wê moderatoriyê bike û ji Hurriyetê Demet Bilge Erkasap, akademisyen Esra Arsan, ombudsmanê medyayê Faruk Bildirici, ji Bîrgunê Semra Kardeşoglu, ji Postayê Timur Soykan û ji Haberturkê Zulfikar ali Aydin biaxivin.

Rewşan Çelîker, tevlî ekîba xwe ya muzîkê wê di dema vekirina pêşangehê de stranan bibêje.

Pêşangeh 23yê Gulana 2019ê saet di 19.30 deqîqeyan de wê dest pê bike.

* Navnîşana Karşı Sanatê:  Aznavur Pasajı 6. Kat Beyoğlu/İstanbul.
Ji bo zanyariyên zêdetir: İstanbul Bilgi Üniversitesi Türkiye Kültürleri Araştırma Grubu. 0 (212) 311 78 51 / 75 37, 23 Mayıs 2019 roja Pêncşemê, 19:30, turkiyekulturleri@bilgi.edu.tr


http://bianet.org/kurdi/huner/208696-pesangeha-li-du-sopa-zimaneki-we-li-karsi-sanate-pek-be

İlk yorum yapan siz olun

Bir Cevap Yazın