İçeriğe geçmek için "Enter"a basın

Petrîkxaneya Ermeniyan dê heta Paskalyayê di şînê de be

Roja înê Petrîkê 84. ê Patrîkxaneya Ermeniyan, Mesrob Mutafyan koça dawiyê kiribû. Patrîkxaneyê îlan kiriye ku ew ê heta Paskalyayê di şînê de be.

Stenbol – Navenda Nûçeyan a BIAyê11 Adar 2019, Duşem 16:02

Roja înê Petrîkê 84. ê Patrîkxaneya Ermeniyan, Mesrob Mutafyan koça dawiyê kiribû. Patrîkxaneyê îlan kiriye ku ew ê heta Paskalyayê di şînê de be.

Li gor nûçeyeka rojnameya Agosê, Meclîsa Rûhanî ya Ermeniyên Tirkiyeyê 9ê Adarê kom bûye. Piştî civînê hatiye eşkerekirin ku 17ê Adarê, roja Yekşemê, siet 10.00ê li Dêra Kumpkapiyê dêlindêza roja Yekşemê dê bê kirin. Meytê(termê) petrîkî dê piştî dêlindêzê(rêûrismên dînî) bê binaxkirin.

Termê, Mesrob Mutafyanî dê 14-15ê Adarê siet 15.00-18.00 li ser dika ayînî(katafalk) bê danîn.

Heta 17ê Adarê her sibeh û her nîvro ji bo, petrîkî dêr dê li zengilan bidin.

(PT/MB)


http://bianet.org/kurdi/din/206339-petrikxaneya-ermeniyan-de-heta-paskalyaye-di-sine-de-be

İlk yorum yapan siz olun

Bir Cevap Yazın